AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin
Peymana çêkirina boriyên CRA`ê bi bi qasî 550 milyon Yuroyê navbera şîrketa neteweyî ya nifta Îranê û konsêrsiyoma spanyayî-îranî hat wajokirin
Şîrketa neteweyî ya nifta Îranê û konsêrsiyoma şîrketên Tobaçêk a Spanyayê û şîrketa Polaya Îsfehanê, roja çarşemiyê li Têhranê ev peymana wajo kirin û li gorî wê 600 Kîlomitr boriya CRA`ya pêwîst ji bo şîrketa nift û gazê ya Parsa Îarnê bi beşdariya berhemhênerên navxweyî û biyanî tê dabînkirin.
Bi vê peymanê, xêncî dabînkirina hewcetiyên pêşeya niftê, zanista teknîkî ya berhemanîna boriyên aloyî bi taybet boriyên CRI`yê bi tamî bo nav Îranê tê guhestin û piştî kutabûna dema peymanê, Îran dê bibe yek ji berhemhênerên vê berhema stratejîk li cîhanê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)