ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Cabiriyê Ensarî: Pilana Îran, Tirkiye û Rûsiyayê li bara Sûriyê tev pilana navçên êmine rojava ferq heye

Husên Cabiriyê Ensarî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê li gotinên xwe yên duh sêşemê li komîsiyona ewlehiya netewî ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê bal kişande ser dewra çarane civîna Astanê paytexta Qezaqistanê û got: Li vê civînê pilanek hate danîn li ser viya ku bona kêmkirina kêşeyan li nav axa Sûriyê 4 navçên sereke ku şer di wan da berdewame hatine berçavgirtin û tev pilana rojava bona pêkanîna navçên êmin li nav axa Sûriyê ferq û tefût heye.

Husên Cabiriyê Ensarî destnîşan kir; Rûsiya, Tirkitye û Îranê wekî çavdêr û zaminê îcrabûna belgeya îmzabûyî li civîna çarane Astanê ne.

Husên Cabiriyê Ensarî herwisa hişyarî daye Urdinê ku xwetêkeliya nav axa Sûriyê neke.

Hisên Cabêrîyê-Ensarî, Alêksandêr Lavrêntîv û Sedat Onal nunerên Îran, Ûrsêt û Tirkîyê pêncşema buhurî 4 Gulanê li dewra duyem a civîna aştîya Sûrîyê li Astanê paytexta Qazaqistanê lihevkirinama dameziranidna 4 deverên ewleh li Sûrîyê wajo kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu