NûçeRojhilatanavin

Peywendiyên Amerîka û Erebistanê hema wisa reş in

Kovara girêdayî bi kongreya Amerîkayê ragihand ku peywendiya di navbera vî welatî û Erebistanê hema wisa reş û tarî ye.

Li gorî rapora roja duşemiyê, 25`ê nîsana 2016`an, a IRIB News`ê, malpera kovara Hil`ê ya girêdayî bio kongerya Amerîkayê bi bîr xistiye ku pêşwaziya sar ji serokomarê Amerîkayê li Erebistana Siûdî encama kêşeyên dîrokî dio navbera van du hevpeymanan bû ku li sal û nîva buhurî zêdetir bûye.

Li gorî vê raporê, ev çend sal in ku gelek ji amerîkiyan ji ber têkiliya siûdiyan ligel têrorîstan, bisînorkirinên giran ji bo jinan û raporên li bara binpêkirina mafên mirovan li Erebistanê pêbaweriya xwe li bara vê hikûmeta paşatiyê ji dest dane.

Li vê raporê hatiye ragihandin ku li sala bihurî da anku sala 2015`an qelaşeke ciddî di navbera Amerîka û rejîma siûdî pêk hat ku dê bi hetim heta dawiya dewra serokomartiya Barak Obama ji nav neçe û dê ji bo serokomarê din jî pirsgirêkan çê bike.

Ev li halekî ye ku serokê komîteya peywendiyên deve yê sênaya vî welatî, Bob Koreker vê heftê li hevpeyivîna ligel Hill`ê got: Peywendiya di navbera Amerîka û Erebistanan Siûdî ne wek berê ye.

Korkir amaje bi sefera vê dawiyê ya Obama bo Erebistanê kir û destnîşan kir: Melikm Selman li firokexaneya Riyazê neçû pêşwaziya Obamayî û ev yeka nîşana herî girîng a reşbûna peywendiya du welatan bû ku Koşka Sipî bilez xiste rewşa parastinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu