Peywendiyên Îran û Iraqê stratejîk in
Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê, peywendiyên vî welatî tev Komara Îslamî ya Îranê stratejîk da zanîn û diyar kir: Alîkariyên Îranê bo Iraqê li warê rawestana li ber terorîzmê cihê pesinandinê heye.
Falih El-Feyaz, şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê, sêşemiyê li gotûbêja tev kanala televîzyonî ya Lubnanî ya Meyadînê destnîşan kir: Komara Îslamî ya Îranê di rewşa dijwar û hestyar bi curekê piştgirî da Iraqê û ev piştgiriya dê bandorê bike ser hemî berûlayên peywendiyên du welatan li pêşrojê.
Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê her wiha hebûna Heşdê Şebî li vî welatî wek sermiyankê jibo pêşeroja vî welatî da zanîn û tekez kir: Hêzên Heşdê Şebî piştgirî dane yekperçetî û serweriya Iraqê û li pêşerojê dê ser sînorên hevpar bi Sûriyê re serdest bibin.
Falih Feyaz got: Heşdê Şebî ya Iraqê ne hêzeke e ku tenê ji bo serketina li şerê ku niha di vî welatî de heye pêk hatibe; Belkî ev hêz weke paşekevtekê jibo pêşeroja vî welatî tê hesabê.
Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Iraqê bal kişand ser vê yekê ku hin kes lê digerin rûveka hêzên seferberiya gelanî kirêt nîşan bidin û destnîşan kir: Seferberiya Gelanî ya Iraqê li dû xurtkirin û qahîmkirina sînoran e.
Heşdê Şebî ya Iraqê li şerê li hember terorîstan li rojavaya Mûsilê, navenda parêzgeha Neynewayê bakurê Iraqê, roleke bibandor heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)