Fermandarîya operasyonên hevpişik eşkera kir, ku planeka taybet ji bo kontirolkirina Mûsla kevin hat danîn.
‘Emîd Yehya Resûl peyivdarê operasyonên hevpişik ragehand; Piştî taxê Zincîlyê hatî kontirolkirin û hêzên wan çûyn di taxê Şîfa de û piştî ew jî dihêt kontirolkirin dê beref Mûsla kevin çin.
Xuya jî kir; Rêkxistna teroristîya DAIŞê lawaz bûye û niha keftîye di sekeratên mirnê de û gelek nemaye aliyê rastî yê Mûslê dê bi temamî bihêt kontirolkirin.
Dupat kir hemî hêzên pêdivî gehşitîn Mûsla kevin û dê bi planeka taybet êriş kenê û dê kontirol biken, ev plane jî bi armanca parastina welatyên sivîl û hêzîn Îraqî hat danan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)