IraqNûçeRojhilatanavin

Pîrozbahiya Serokwezîrê Iraqê bo Emar Hekîm

Serokwezîrê Iraqê, bijartina Emar Hekîm serokê Civata Bilind a Îslamî ya vî welatî, wek serokê hevalbendiya netewî ya Iraqê lê pîroz kir.

Li gor rapora ajansa ISNA`yê ji zarê Sûmiriye News`ê, Heyde Ebadî serokwezîrê Iraqê li nivîsgeha xwe mazûvanê Seyîd Emar Hekîm serokê meclisa bilind a Îslamî ya vî welat bû û bijartina wî wekî serokê hevalbendiya netewî ya Iraqê pîrojbahî gote wî.

Hatiye ragihandin ku Ebadî li daxûyaniyekê bilî pîrozbahiya bi Hekîm ser pêwîstiya qahîmbûna nijyara vê hevalbendiyê sekinî û ragihand ku pêwîste Hevalbendiya netewî hevalbendiya xwe tev aliyên dine iraqî qahîm bike û peywendiya xwe tev feraksiyonên netewî li nav Iraqê berfirehtir bike.

Hatiye ragihandin ku li hevdîtina di navbera Ebadî û Hekîm du aliyan li ser kirîzên siyasî, eskerî û abûrî yên nav Iraqê jî avivîn û hate ragihandin ku pêwîste hevalbendiya netewî bona çareserbûna pirsgirêkên nav Iraqê alîkariyê bide dewleta Bexdayê.

Li vê hevdîtina navbera Ebadî û Hekîm li bara çawaniya amadebûna hêzên iraqî bona destpêkirina operasiyona azadkirina bajarê Mûsilê û rakirina manê û berbendên li ser riya vê operasiyonê û çawaniya alîkarî dayîna bi penaberan jî axivîn.

Du aliyan herwisa li ser xwedûrgirtina ji her cure devojeniyeke siyasî û şexsî ku tesîrên xirab li ser xizmeta bo xelkê Iraqê dike jî sekinîn.

Fuad Mesûm serokomarê Iraqê jî li peyamekê bijartina Emar Hekîm serokê meclisa bilind a îslamî ya vî welatî, wekî serokê Hevalbendiya Netewî ya vî welatî lê pîroz kir û ser girîngiya nexş û rola vê hevalbendiyê li piştevaniya ji siyasetên ku Iraqê ber bi welatekî demokratîk dibe jî sekinî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu