ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Pîrozbayîgotina Ruhanî û Zerîf bo serokkomarê nû yê Lubnanê

Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê li gotûbêja telifûnî ya duh duşemê ya xwe tev Mîşel Ewn serokkomarê Libnanê, bilî pîrozkirina bijartina wî wekî serokkomarê Lubnanê, ev bijartina nîşana aramî û serketina dêmokirasîyê jibo hemî alîyên sîyasî li Libnanê zanî û got ku Komara Islamî ya Îranê jibo berfirekirina peywendîyên ligel welatê dost Libnanê di hemî waran da amade ye.

Ruhanî destnîşan kir; Komara Islamî ya Îranê ser vê bawerê ye ku ev hilbijartina li rikeberiyekî saxlem û azad pêk hat.

Ruhanî bal kişande ser viya ku gelê Lubnanê piştî 30 mehan bibaşî ji vê qunaxê derbas bû got: Komara islamî ya Îranê hertim ser vê bawerê bû ku eger zext û zorên biyaniyan ser Lubnanê bêne rakirin, gelê Lubnanê yê bibaşî bikarin serokkomarê xwe bibjêrin.

Mîşel Ewn jî li vê gotûbêja telifûnî bilî qedrzaniya ji Hesen Ruhanî bal kişande ser girîgiya nêhrîna Îranê ser parastina yekparçetiya Lubnanê û got: Lubnan hertim daxwaza berfirehkirina peywendiyên xwe tev Îranê dike.

Ewn herwisa bal kişande ser aqilmendiya welatên islamî li hemberî terorîzmê û Rejîma Siyonîst û got: Lubnan hertim bona sekinîna li hemberî terorîzmê û Rejîma Siyonîst amade ye.

Her li vê barê Muhemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê jî li rûpela xwe ya civakî bilî pîrozbahiya li hemû gelê Lubnanê bona bijartina Mîşel Ewn serokkomarê vî welatî ragihand; Ewlehî û tenahî wextekê ji bo Lubnanê dabîn dibe ku hemû xelkê Lubnanê ji bo welatê xwe biryarê bigrin.

Nunerên parlemana Lubnanê piştî du sal û nîvan ji krîza nebûna serokkomar li vî welatî serê axir Mîşel Ewn berbijarê ku Hizbullaha Lubnanê piştgiriya wî dike wekî serokkomarê xwe bijartin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu