CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Pîrozkirina salroja jidêbûna hezreta Zeynebê (S)

Sibê sêşem 23`ê Çilê, 5`ê Cemadî ul Ewela sala 1439`ê koçî-heyvî, salroja jidêbûna hezreta Zeynebê (S) ye.

Hezreta Zeyneb (S) wek mînak ji bo hemî jin û mêrên azadîxwaz û dijberê zilmê di hemî serdeman de ye.

Ewê li rex birayê xwe hezretê Îmam Hisên (S) sêyemîn pêşengê dînî yê şîeyên cîhanê li hemberî bereya paşvero û xalifî têkoşîn meşand, bereya ku bi navê berevanîya ji dînê islamê, karesata Kerbelayê pêk anî.

Hezreta Zeyneb (S) jinek ji bo serdema buhurî, roja îro û siberojê ye, ji ber ku rûmeta mirovî, bendetîya bo Xwedê, dadxwazî, rûmet û nirxa insanî û azadîxwazî, nirxên wisan in ku ne yên dewreke taybet an civakeke taybet in.

Hezreta Zeynebê (S) ji dilovanî û zanînên resûlê ekrem (S) rih werdigirt û geş dibû û ji zanista hezretê Îmam Elî (S) sûd werdigirt û rihê wê ber destê dayîka dilovan hezreta Fatimê (S) perwerde bû û giheşte perravên aramîyê.

Hezreta Zeynebê (S) piştî şehîdbûna hezretê Îmam Hisên (S) xwe erkdarê parastina canê Îmam Secad (S) lewma di rewşa herî dijwar de li hemberî cinayetkaran û zorbêjan sekinî û mil bi milê wî hezretî, bi gotinên wek topê dijminên islamê riswa û rezîl kirin.

 

Başa dön tuşu