YNK di çareser kirina pirsgirêkên navxwe de bê hêviye û herçend wisa nîşan didin ku pirsgirêkên wan kêmtir bûye jî, lê ji aliyê din ve pirsgirêk heta geheştiye asta gef li hev xwarinê û xwe li hev rakêşanê. Rêveberekî YNKê jî radigehîne ku bi kongrê ve jî hemû pirsgirêk çareser nabin.
Herçend di heyama borî de ji ber civînên berjewendiyên baskên YNKê li ser wergirtina erkê serokkomariya Iraqê pêkhatin û wisa diyar dikir ku pirsgirêkên navxwe yên YNKê berbi kêmbûnê ve diçin, lê piştre derket ku ew payeya serokkomariyê û Berhem Salih bi xwe jî ku wek bi awayek gumanî bi xwe jî pênase kir û ew paye bidest xist, bû destpêka derketina pirsgirêkek din a mezin di navbera malbata Talabanî û alîgirên Berhem Salih de. Herwaha ji aliyê din ve li ser televîzyon û ragehandinên fermî sivikayiyê bi yek dikin û dosyayên kevin ên kuştina rojnamevanan bînin rojevê. Ji ber wê jî alîgirên YNKê hîn bêhtir bêhêvîbûne.
Vê derbarê de endamê rêveberiya YNKê Mistefa Çawreş ragehand: ‘’Hîn dema kongreyê nehatiye diyar kirin, lê em hemû di nav xwe de axaftinê emê li ser bikin, berî hertiştî jî biryara kongrê di dest komîteya rêveberiyê de ye.
Herwaha got, naha hikûmeta Iraqê pêkhatiye, dibe di heya pêş de jî hikûmeta nû ya herêma Kurdistanê bê pêkanîn, ji ber vê jî dê derfetên zêdetir dê çêbin ku li ser fikirandin pêkbê, ku civîn li ser biryardana kongre bê pêkan.’’ Û got: ‘’Ez hêvîdarim kongreyek başbe ya me hemûyan be, herwaha bo yekrêziya YNKê û piştevaniya li hikûmetê be.’’
Mistefa Çawreş got: ‘’Ti kongreyek nikare hemû pirsgirêkan çareser bike.’’ Lê hêviya wê yekê anî ziman ku qenebe sedî 75 wan pirsgirêkên li pêş YNKê ne bên çareser kirin.