ÎranNûçeRojhilatanavin

Pişkdarîya berbiçav a Îranê li Civata Cîhanî ya Navokî

Elîekber Salihî serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê piştî seredana Brûksêlê ku bi merema gotûbêja li bara hevkarîyên navokî piştî cihanîna rêketinama navokî pêk hat, di civîna sê rojî ya Civata Cîhanî ya Navokîyê li Londona Brîtanîyayê da pişkdar bû.

Salihî di vê civînê da çend pêşnîyar raber kirin ku ji alîyê Civata Cîhanî ya Enerjîya navokî va hatin pêşwazîkirin. Ew pêşnîyar li bara berfirekirina sûdwergirtina ji têknolojîya biaştî ya navokî û çawanîya cihanîna rêketinama navokî hatin raberkirin.

Salihî pêşnîyar da ku Civata Cîhanî ya Navokî komîteyekê jibo nirxandina tam a hêzgehên navokî yên piçûk pêk bîne ta ku hemî ber û layên teknîkî, aborî û ewlehîyê yên van hêzgehana hilkolîne û encamên wê bide ber destê welatên daxwazkir û endamê vê civatê.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê pêşnîyarek din jî li civîna Londonê li warê hevkarîya du zanîngehên Îranê û zanîngeha întêrnêtî ya Civata Cîhanî ya Navokî raber kir ku vê civatê jî pejirand.

Zanîngeha Civata Cîhanî ya Navokî bi zanîngehên girîng û navdar ên cehanê ra hevkarî û danûistandineke baş a zanistî dike û dewrên curbicur ên perwerdehîyê jî li welatên curbicur lidar xistîye. Hevkarîya vê civatê tev zanîngehên Îranê dikare vê zemînê pêk bîne ku çalakên pêşeya navokî ya Îranê bikaribin destkevt û agahîyên herî nû bi dest bixin.

Yek ji pêşnîyarên din ên Îranê ku ji alîyê Civata Cîhanî ya Navokî va hat pejirandinê, pêkanîna komîteya sîyasî-teknîkî ya taybet jibo hilkolandina rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ye. Salihî got ku ev komîteya wek dezgeheke bêalî dikare cihanîna rêketinama navokî û asta pêbendîya alîyên rêketinamê hilkolîne û zelal bike ka kîjan alîyî çiqasî sozên xwe cih anîne.

Pêşnîyar û gotûbêjên serokê Sazîya Enerjîya Atomî ya Îranê l icivîna Civata Cîhanî ya Navokî li Londonê bi merema hilkolandina rêbazên berfirekirina hevkarîyan nîşan didin ku Îran li ber pêşketineke mezin e ku armanca wê berfirekirina hevkarîya ligel dezgehên çalak li warê zanista navokî ye.

Pişkdarîya Îranê li projên pêşketî yên wek sincirandina navokî û hevkarîya Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê ligel Civata Cîhanî ya navokî ji pîvanên asta jorîn a zanista navokî li Îranê ne.

Van destkevtana Îranê li asta cehanî bi cih krine. Îranê ji zanista navokî li beşên curbicur ji wan tenduristî û çêkirina radyodermanan  sûd wergirtîye û dikare van tecrube û destkevtana di çaçrova hevkarîyên asayî li zanista navokî da bide ber destê welatên dawazkir.

Divê mirov xavtina Salihî li civîna salê ya Civata Cîhanî ya Navokî û hevdîtinên wî di vê çarçovê da, demsaleke nû ya pişkdarîya Îranê li warê zanista navokî binirxîne.

Li gorî girîngîya van hevkarîyana, asta pêbendîya welatên rojavayî li cihanîna hemî ber û layên rêketinama navokî û rêbazên ku jibo nehîştina pirsgirêkên vî warî hene, girîng e.

Gotinên Salihî li bara vîya ku welatên rojavayî sozên xwe li gorî rêketinama navokî cih neanîne nîşana vê dilgiranîyê ne ku welatên rojavayî hewl didin rêketinama navokî wekî çarçêvekê jibo pînekirin û rewanîşandayîna bêsozîyên xwe li warê cihanîna qirarên xwe bi kar bînin.

Serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê li gotûbêja ligel Rojnama Guardian`ê ragihand ku Îranê bi awayekî tam sozên xwe li gorî rêketinama navokî ya dîrokî cih anîne.  lê tevî derbasbûna 8 mehan ji ibtalkirina fermî ya boykotên li dijî Îranê, welatên rojavayî sozên xwe cih neanîne.

Salihî got ku heke biryar e rêketiname cihê xwe da bimîne, divê her du alî sozên xwe cih bînin.

Pişkdarîya berbiçav a Îranê li civîna salê ya Civata Cehanî ya Navokî nîşana pêşketina zanyarên navokî yên Îranê di vî warî da ye û ev derfeta mecaleke biqîmet di serdema piştî rakirina boykotan da ye ku nabe bi hêsanî jê derbas bibin. Berî vîya di dema boykotan da, Ajansa navnetewî ya Enerjîya Atomê (IAEA) bi hecetên curbicur ên pûç xwe ji hevkarîya tev Îranê vedidizî lê, niha serdema bokotan derbas bûye.

Serdana Dr. Salihî bo Londonê û amadebûna Îranê li civîna salê ya Civata Cehanî ya Navokî l iasta herîjorîn ku wî pêşnîyarên kêrhatî jî raber kirin, ser hev da nîşana potansîyelên zanyarên îranî li warê sûdwergirtina ji têknolojîya navokî ya herî nû li asta cehanê ye. Cihanîna rêektinama navokî jî anegorî esasa wê û xalên sereke yên wê nikare astengîyan ser rêka pêşketina Îranê li zanista navokî saz bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu