Pisporê îranî: Hikûmeta Sûriyeyê karekî wiha bêaqilî nake
Siyasetmederê îranî, pisporê di ware zanistiyên erebî de, serpereştê rojnemeya îranî ya bi zimanê erebî `Al-Waqaf` Mosib Na`mî bi Sputnik re axivî û got ku nakeve serê mirov ku desthilata rewayî ya Sûriyeyê karekî wisa bêaqilî bike û çekê kîmyewî, nexasim dijî sivîlan, bi kar bîne. Loma jî hikûmeta Sûriyeyê nikare karekî wisa bike.
Namî derbarê mijarê de wiha axivî: `Bi giştî karê ji aliyê Amerîka û hevalbendên wê ve dihatin pêşdîtinkirin. Ji ber ku wan berê jî gelek caran hikûmeta Sûriyeyê tawanbar kirbû, lê ew bê encam bûn. Giring e bê zanîn ku tu-zanyariyên fermî tine ne ku êrîşa kîmyewî li Idlîbê teqez dikin. Sebaret bi qaşo ziyankêşên vê êrîşê jî, wisa tê xuyakirin ku qey ew xwe vedişêrin û naxwazin ku kes wan bibîne. Ev zanyarî tenê ji aliyê nûnerên opozisyonê ve tên ragihandin. Ji bilî wê, fakt hene ku ne ji zû de çekê kîmyewî yên li Mûsilê hatibûn çêkirin, li herêma Idlib û bakurê Sûriyeyê hatibû dîtin. Ew ji aliyê çekdarên komên terorîstî ve li wir hatibûn hiştin.
Ji aliyê din ve, pisporê îranî diyar kir ku hikûmeta Sûriyeyê berê erkdar bûbû ku planê ji bo cebirxanên çekê kîmyewî tune bike. Rêxistina jibo qedexekirna çekê kîmyewî jî ev yek baş kontrol kirbû. Loma jî nabe bê gotin ku hikûmeta Sûriyeyê li Idlibê di ber êrîşa kîmyewî de bersevdar e. Ne di berjewendiyên hikûmeta Esad de ye ku di vê rewşa ku ew tê de dest pê dike bi ser dikeve, karekî wisa bike. Helbet hikûmeta Sûriyeyê ev tawanbariyên dijî xwe derew derxistin.