IraqNûçeRojhilatanavin

Pisporekî çêkirina bombeyan yê DAIŞê li Mûsilê hat girtin

Pisporekî çêkirina bombeyan yê DAIŞê li bajarê Mûsilê hat girtin.

Fermandeyê polîsê Mûsilê Hemed Cibûrî ragihand, şeva borî li taxa Yabîsat ya bajarê Mûsilê terorîstekî DAIŞê ji aliyê hêzên polîs ve hat girtin.

Hemed Cibûrî her wiha da zanîn, ew terorîstê ku hatiye girtin pisporê çêkirina bombeyan û bombekirina otomobîlan bûye û navê wî jî Niza Salih e.

Hat gotin ku wî terorîstê DAIŞê xwe di malekê de veşartibû.

Başa dön tuşu