IraqNûçeRojhilatanavin

Pisporekî ewlehiyê aliyek veşartî yê DAIŞê li Nînowa aşkera dike

Pisporekî ewlehiyê aliyekî veşartî yê rêxistina terorîst a DAIŞê û berpirsên Iraqî yên li parêzgeha Nînowa aşkera dike.

Hîşam Haşimî ji malpera Firat News a Iraqê re ragehand, piştî rizgar kirina Nînowa ji DAIŞê, ‘’Kesên gendelkar îdare û ewlehiya navçeyê girtin dest.’’

Herwaha aşkera kir, ku çekdarên DAIŞê çavgirtina berpirsên ewlehiya bajarê Mûsilê ve, li navenda parêzgeha Nînowa dizivirin.

Hîşam Haşimî amaje bi wan navçeyan kir ku çekdarên DAIŞê tê de bi azadî dizivirin û ragehand, çekdarên DAIŞê li bajarê Mûsila kevin, navçeya Hezer û çolên Nînowa bi azadî dizivirin û wek berê tevger dikin.

Haşimî aşkera kir, ku di dema lêpirsîna li gel terorîstên DAIŞê de, berpirsên ewlehiyê li hember wergirtina hinek pare, asankariyê bo wan çekdarên DAIŞê dikin û navê wan li lîsteyên doz li wan hatî vekirinê derdixin.

Başa dön tuşu