EwropaIraqNûçeRojhilatanavin

Pêgîriya Seyyid Emar Hekîm li ser çareserkirina pirsgirêkan bi raberkirina rêbazên siyasî

Serokê Tevgera Hikmeta Netewî ya Iraqê, xwest ku hemî alî pêbendî esla gotûbêjê û çareseriya pirsgirêkan bi raberkirina rêbazên siyasî bin.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), Seyd Emar Hekîm, serokê Tevgera Hikmeta Netewî ya Iraqê, roja Sêşemiyê li hevdîtina bi Dêywîd Mek Alîstêr, serokê Komîsyona Peywendiyên derveyî ya Parlimana Ewrûpayê li Bexdayê, bi pêgîriya li ser bidawîanîna kêşeyên navçeyî û navnetewî herwiha got: “Dewleta Bexdayê mînakek li warê geryana aştiyane ya hêz û desthilatê, bi bingehkirina demokrasî û deng û hilbijatina gel, raber kiriye”.

Rêberê Tevgera Himketa Netewî ya Iraqê, herwiha ji civata cîhanî xwest girîngiya rêbazên aborî, ewlehî û geşepêdanê ji bo jinavbirina tam a fikr û ramana DAIŞ`ê berçav bigire.

Serokê Komîsyona Peywendiyên derveyî ya Parlimana Ewrûpayê, ku Duşemiyê (17`ê Kanûnê) seredana Iraqê kiribû, bi hin rayedar û rêberê siyasî yên Iraqê re hevdîtin û gotûbêj pêk anîye.

Başa dön tuşu