CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Piştevaniya cîgirê Trump ji alozîçêkirên nav Îranê

Mayîk Pêns piştevaniya cîgirê Trump serokkomarê Amerîkayê ku welatê wî bi caran xwetêkeliya nav karûbarên hundirî yên Îranê kiriye carek din ji alozîçêkirên nav Îranê piştevanî kir.

Li gor rapora IRIB News`ê, Donald Trump serokkomarê Amerîkayê ku bi dijayetiya tev gelê Îranê binavûbang e jî piştevaniya wan alozîçêkirinên nav Îranê kiriye ku navendên giştî kavil dikin .

Van çend rojanên bihurî hejmareka xelkê li çend bajarên Îranê bi lidarxistina kombûn û bilindkirina hin dirûşmeyan, nerazîtiya xwe li hemberî diyarnekirina teklîfa enstîtûyên malî û girnbûna bihayê hin kelûpelan û lawaziya çavdêriya dewletê nîşan dan ku li hinek ji van kombûnan bi desthebûna kesên derfetxwaz alozî û tevlihevî derket.

Karbidestên Amerîka û Rejîma Siyonîstî û medyayên biyanî jî ji en kombûn bona behregirtina xwe istifade kirin û xebitîn ku van kombûnan ber bi aloziyê rênimûnî bikin.

Amerîkayê li dîroka 241 salî ya xwe bi caran xwetêkeliya nav karûbarên Îranê kiriye û derheq gelê Îranê cinayetên zav cih aniye.

Waşîngtonê bilî piştevaniya ji darbeya dijî Muhemed Musediq serokwezîrê Îranê li sala 1953an, li şerê tehmîlî yê Rejîma Beis a Iraqê dijî Îranê jî hema rasterast piştevaniya Sedam Husên dîktatorê jinavçûyî yê Iraqê kir.

herwisa li sala 1988an jî Amerîkayê du mûşek li balafira rêwîhilgir a Îranê xist ku 290 rêwî û xizmetkarên vê balafirê şehîd bûn.

Eva li halekî ye ku Amerîka heta hazir nebûye ji ber van cinayetên dijî gelê Îranê, ji xelkê Îranê daxwaza lêbihurînê bike.

Li rewşekî wiha Mayîk Pêns cîgirê Trump serokkomarê Amerîka ku welatê wî bi caran xwetêkeliya nav karûbarên hundirî yên Îranê kiriye carek din ji alozîçêkirên nav Îranê piştevanî kir.

Başa dön tuşu