IraqNûçeRojhilatanavin

Piştevaniya Rejîma Siyonîstî ji giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê

Wezîra dadweriya Rejîma Siyonîstî got ku giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê dikare ser qazanca Îsrayîl û rojava be.

Li gor rapora IRIB News`ê, ji zare rojnama siyonîstî ya Huarêts`ê, Li halê ku tenê tenê du hefte hetanî giştpirsiya herêma Kurdistana Iraqê maye ,Wezîra Dadê ya Rejîma Siyonîstî Ayeled Şaked li press konferansa xwe ya duh duşemê li Telavîvê piştevaniya xwe ji giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand.

Wezîra Dadê ya Rejîma Siyonîstî ji Amerîkayê jî xwest ku piştgiriya referanduma Kurdistana Iraqê bike û îdia kir ku ev giştpirsiya hem ji bo Rojhilata Navîn û hem jî ji bo Telavîvê bi xêr û feyde ye.

Ayeled Şaked got ku giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê hem ser berjewendiya Telavîvê ye û hem jî berjewendiya welatên rojavayî dabîn dike.

Pêştir jî Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benyamîn Netanyahu jî ji giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê piştevanî kiribû.

Aliye Nesîf endama feraksiyona hevalbendiya dewleta Qanûn roja yekşemê li bara hedef û armanca Mesûd Barzanî bona giştpirsiya Herêma Kurdistana Iraqê ragihand; Hedefa serekeye vê giştpirsiyê zimaneta ewlehiya rejîma Siyonîstî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu