IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Seferên balafiran di navbera Silêmaniye û Şamê de dest pê dikin

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin ji Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ber bi Şamê ve ev heşt sal in ku seferên balafiran pêk nayên. Ji ber vê sedemê ye rêwîyên Herêma Kurdistanê, neçar diman ku ji ser Ûrdûn an Lûbnanê derbasî Sûriyeyê bibin. Hat ragihandin ku seferên balafiran îro 10ê Gulanê dest pê dikin û dê di nava demê de hejmara seferên balafiran bê zêdekirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu