NûçeRojhilatanavin

Piştevaniya Yeketiya Ereb ji gotûbêjên yemenî-yemenî

Sekretirê giştî yê yeketiya Ereb piştevaniya xwe ji gotûbêjên yemenî-yemenî ku qirae 18 Avrîla bê li Kuwêytê birê keve ragihand.

Li gor rapora ajansa fermî ya Urdinê ji Qahirê, Nebîl El-Erebî sekretirê giştî yê yeketiya Ereb li gotûbêja xwe ya tev Şêyx Sebah Xalid Hemed El-Sebah alîkarê serokwezîr û wezîrê karên derve yê Kuwêytê , piştevaniya xwe ji gotûbêjên yemenî-yemenî ku qirae 18 Avrîla bê li Kuwêytê birê keve ragihand.

El-Erebî ji aliyên yemenî xwest bi micidî û gor terha Konseya Hevkariya Kendava Farsê û biryarnama 2216 a Konseya Ewlehiyê gotûbêjên xe yên dîplomatîk ji bo çareserkirina kirîza Yemenê destpê bikin.

Sekretirê giştî yê yeketiya Ereb herwisa ji terha Îsmayîl Wold Şêx Ehmed şandiyê Rêxistina Netewên Yekgirtî li karûbarên Yemenê ji boçareserkirina pirsgirêkên vî welatî piştevanî kir. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu