ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Piştgiriya bi çek û sîlehan a Erebistan û Îmaratê ji konseya eskerî ya Sûdanê

Erebistan û Îmaratê di dewama piştgiriya berfireh ji eskerên Sûdanê gelek çek û sîlehên eskerî li balefirgeha Xartomê vala kirine.

 Li gorî rapora Sputnik`ê, Sedîq Ebû Fewaz ji neyarên  Konseya eskerî ya Sûdanê,piştgiriyên berfireh ên Erebistan û Îmaratê ji konseya  eskerî yên hakim û barên ku balefirên van du welatan li balefirgeha   Xartomê vala kirine,eşkere kirin.

Sedîq Ebû Fewaz got: Barên  siûdî û îmaratî li heftiyên  buhurî li balefrgeha Xartomê rûniştiye ku wer tê xûyanê şeramûrên eskerî be.

Gelê Sûdanê li heftiyên  vê dawiyê bi caran bi lidarxistina  xwenîşandanan li bajarên curbicur mudaxilên  Erebistan û Îmaratê li karûbarên  navxweyî  yên vî welatî şermezar kirine.

Konseya eskerî ya  guhastî ya Sûdanê bi piştgiriya  berfireh a Riyaz û Ebûzebiyê vê dawiyê hejmareke zêde ji xelkê nerazî li ber  meqera fermandetiya  artêşê li Xartomê da ber gullan.

Li gorî  raghandina komîta pizîşkên Sûdanê hejmarakuştiyan ji destpêka serkutkirina  nerazîbûnan li roja 3 Hezîranê gihêştiye 118 kesî.

Başa dön tuşu