Erebistan û Îmaratê di dewama piştgiriya berfireh ji eskerên Sûdanê gelek çek û sîlehên eskerî li balefirgeha Xartomê vala kirine.
Li gorî rapora Sputnik`ê, Sedîq Ebû Fewaz ji neyarên Konseya eskerî ya Sûdanê,piştgiriyên berfireh ên Erebistan û Îmaratê ji konseya eskerî yên hakim û barên ku balefirên van du welatan li balefirgeha Xartomê vala kirine,eşkere kirin.
Sedîq Ebû Fewaz got: Barên siûdî û îmaratî li heftiyên buhurî li balefrgeha Xartomê rûniştiye ku wer tê xûyanê şeramûrên eskerî be.
Gelê Sûdanê li heftiyên vê dawiyê bi caran bi lidarxistina xwenîşandanan li bajarên curbicur mudaxilên Erebistan û Îmaratê li karûbarên navxweyî yên vî welatî şermezar kirine.
Konseya eskerî ya guhastî ya Sûdanê bi piştgiriya berfireh a Riyaz û Ebûzebiyê vê dawiyê hejmareke zêde ji xelkê nerazî li ber meqera fermandetiya artêşê li Xartomê da ber gullan.
Li gorî raghandina komîta pizîşkên Sûdanê hejmarakuştiyan ji destpêka serkutkirina nerazîbûnan li roja 3 Hezîranê gihêştiye 118 kesî.