NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê du deverên girîng li parêzgeha Suweydayê azad kirin

Artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê li roja dudiyan a operasiyona xwe li dij terorîstên DAIŞê li parêzgeha Suweydayê ya başûrê vî welatî du deverên din jî ji bin lepên van terorîstan derxistin.

Fars Newsê ragihand ku artêşa Sûriyê û hêzên berxwedanê duh ji sê aliyan ve operasiyona xwe li dij koma terorîst a DAIŞê despê kir û du deverên bêrûniştî yên Erer û Resm el-Hetîte ji bin lepên DAIŞê derxistin.

Derdora nîvek ji çol û bestê parêzgeha Suweydayê li bin kontrola terorîstên DAIŞê ne û piraniya hêzên mayî yên vê koma terorîst li deverê asê û bilind ên van çol û bestana kom bûne.

Artêşa Sûriyê berî viya jî di encama şer û pevçûnên giran li dij terorîstên DAIŞê li derdora deverên bakurî û başûrî yên parêzgeha Sûweydayê çend dever û gelek gundên vê parêzgehê azad kirin.

Başa dön tuşu