İslami Davet Kurdi Bange İslami

Piştgîriya civata werzişê ya Îranê ji gelê Yemenê

Hevgavê rêzgirtina Hefteya Besîcê, bi hevkariya wezareta werziş û ciwanan, rêûrisma piştgîriya ji jin û zarokên mezlûm ên Yemenê, li avahiya Federasyona Cangorî û Kêmendaman hate lidarxistin.

Li gorî rapora ISNA`yê, ev rêûrisma îro Sêşemiyê bi beşdariya Seyîd Ebdulhemîd Ehmedî, sergêrê pişka çandî û geşkirina werzişa giştalî, Kêyhanî, serokê Federasyona Bezê, Hemîd Elî Semîmî, serokê Federasyona Cangorî û Kêmendaman, Tebatebayî, serokê Federasyona Beskêtbolê, Esbeqiyan, birêvebirê gişt yê nivîsgeha karên hevpar ên federasyonan, Newrozî, serokê Federsyona pizişkiya werzişî û komeka din a serokên federasyonan li avahiya Federasyona Cangorî û Kêmendaman hate lidarxistin.

Li dawiya rêûrismê piştgîriyên pereyî yên serokên federasyonan û Rêxistina Besîcê ji rêya Komîteya Alîkarîgihandinê û balyozxaneya Komara îslamî ya Îranê li Yemenê, wê radestî gelê Yemenê bibin.

Hemîd Elî Semîmî, serokê Federasyona Cangorî û Kêmendaman, li rex lidarxistina rêûrisma piştgîriya ji jin û zarokên mezlûm ên Yemenê, got: Ev rêûrisma bi armanca piştgîriya ji jinû zarokên mezlûm ên Yemenê hate lidarxistin ku me biryar daye bi boneya rêûrisma hefte û roja Besîcê, piştgîriya xwe ya ji gelê mezlûm ê Yemenê, bi beşdariya  civata werzişî ragihînin.

Exit mobile version