ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf hişyarî da Trêmp

Mihemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê got ku heke Amerîka sozên Lihevkirina Navokî cih neyne, Îranê jî bijareyên xwe hene.

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya El Alemê, Zerîf ku du rojan berî viya Amerîka “Erkdar ji bo cihanîna Lihevkirina Navokî“ dabû zanîn, roja îniyê li Pragê jî got: “Îranê babetên pesendkirî li gotûbêjan cih anîne“.

Zerîf her viha got: Mixabin Dewletên Yekbûyî yên Amrîkayê heta li dewleta niha jî bi tamî babetên qeydkirî li Lihevkirina Navokî cih nanîne; Lê em bawer in ku Lihevkirina Navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê nasyar bi Bernameya Giştalî ya Pêngava Hevpar lihevkirineke maqûl û baş ji bo giştan e; Lihevkirina Navokî vebijarka me ye, lê ev ne bi vê wateyê ye ku me bijareyên din tunînin“`.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê jî li bara gotinên Donald Tramp gotiye ku Lihevkirina Navokî “Biryarnameyeke Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY)) ye û “Bi biryardana dewletekê nayê guhertin“.

Donald Tramp serokomarê bijartî yê Amerîkayê di dema rikeberiyên hilbijartina Amerîkayê ji ber xatirê Lihevkirina Navokî êrîşî ser dêmokratan dikir û Lihevkirina Navokî wek “Karesat“ û “Xerabtirîn Lihevkirinameya Dinyayê“ da zanîn û soz dabû ku heke bigihêje Koşka Sipî wê di hema roja yekem da Lihevkirina Navokî bidirîne. Wî gotibû ku boykotên dijî Îranê dvê werin sepandin.

Tevî viya Welîd Faris rawêjkarê Trêmp piştî serketina wî li hilbijartinê got ku serokomarê bijartî yê Amerîkayê li dû dirrandina Lihevkirinameya Navokî nine; belki dixwaze gotûbêjên dubare pêk bên û venihêrînek li vê lihevkirinameyê bê kirin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu