İslami Davet Kurdi Bange İslami

Piştgirîya Îranê ji pêkanîna aştîyê li Iraqê

Elaedîn Birûcêrdî serokê Komsyona Ewlehîya Netewî û Sîyaseta Derve ya meclisa Îranê şeva buhurî li hevdîtina tev şêx Ekrem Kebî serokê giştî yê Berxwedana Îslamî ya Nuceba ya Iraqê got: Dewlet û meclisa Îranê pişta her cure pêngava jibo pêkanîna aştî û istiqrarê û têkbiirna komên têrorîst li navçê digire. Birûcêrdî hervisan got: Komploya li dijî “mêhwera berxwedanê“ li Sûrîyê tevî piştgirîyên fînansî û çek û sîlehan ên Amerîkayê û hevpeymanên wê yên rojavayî û yên navçeyî, bi derbasbûna zêde ji 4 salan nekariye berxwedana gelên Iraq û Sûrîyê sist bike.

Serokê Komsyona Ewlehîya Netewî û Sîyaseta Derve ya meclisa Îranê pêgîrî kir ku Têhran ser vê bawerê ye divê Iraq yekperçe bimîne û roja îro Amerîka û hevpeymanên wê yên navçeyî li lîstika bitaluke ya perçekirina Iraqê tûşî işkestê bûne.

Şêx Ekrem Keibî jî di vê hevdîtinê da bal kişand ser azadkirina deverên bin lepên têrorîstên DAIŞ`ê li Iraqê û got: Gellek deverên dagîrbûyî li Iraqê ji bin lepên têrorîstan hatine azadkirnê û niha têrorîstên DAIŞ`ê li Mûsilê û hin deverên parêzgeha Enbarê ne.

Serokê giştî yê Berxwedana Islamî ya Noceba ya Iraqê herviha bal kişand ser piştgirîyên rasterast ên Qeter, Erebistan û Amerîkayê ji koma têrorîst a Feth ul Şamê û got: Erebistan û Amerîka bi dayîna sîlehên curbicur pişta van komên têrorîst digirin.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version