LubnanNûçeRojhilatanavin

Seyîd Hesen Nesrullah: “Normalkirina peywendiyên tev Îsrayîl rûveta munafiqan eşkera dike”

Sekretirê giştî yê Hizbullaha Lubnanê got: “Normalkirina peywendiyên welatên erebî tev Îsrayîl rûveta munafiqan û pîlangêran eşkera dike”.

Li gor rapora IRIB Newsê, Seyîd Hesen Nesrullah sekretirê giştî yê Hizbullaha Lubnanê li gotinên xwe yên ji riya Vîdio Konferansê bona pişkdarên li rêûresma “Roja Şehîd“ li başûra Bêyrûtê tevî mehkûmkirina her cure normalkirina peywendiyên tev Rejîma Siyonîstî ji welatên îslamî û erebî xwest ku Rejîma Siyonîstî bi fermî nas nekin.

Sekretirê giştî yê Hizbullaha Lubnanê destnîşan kir: “Riya berxwedanê riya kifşkirina çarenivîsê bi hêz û qudret berdewam e û dê serketinên zav xelat bîne û bi bereketa xwîna şehîdan û ji ber sê aliyên zêrîne artêş, gel û berxwedanê, dijminê siyonîstî qet newêre destdirêjiya ser Lubnanê bike”.

Nesrullah destnîşan kir: “Eva ku Rejîma dagîrker a Qudsê heta niha pîşiya bi sedan operasiyonên filistîniyan girtiye nîşana rûhiyeta berxwedana filistîniyan e û xelkê Gazayê bi dewama meşa xwe ya Heqê Zivirînê û bi mêrxasiyên xwe nîşan dan ku qet teslîmî Rejîma Siyonîstî nabin”.

Başa dön tuşu