Wezîrê niftê yê Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê piştgiriyê dide birayra berhemhênerên niftê jibo vegerandina aramiyê bo bazarê.
Li gorî rapora IRNA`yê, Bîjen Namdar Zengene wezîrê niftê yê Îranê roja sêşemiyê piştî hevdîtina tev Muhemed Barkîndor û sekreterê giştî yê OPEC`ê li Têhranê li bara buhaya guncaw a niftê li bazarên cîhanî got : Buhaya hezkirî ya piraniya endamên OPECê buhaya 50 heya 60 dularî jibo selika niftî ya OPECê ye.
Namdar Zengene nifta 55 dularî guncaw nirxand û got : Ev buhaya dibe sedem ku berhema niftê jibo endamên OPECê xêncî bidahatbûnê biqazanc û kêrhatî be.
Wezîrê niftê yê Îranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku yekim sefera Barkîndor wek sekreterê giştê yê OPECê bo Îranê ye muzakirên li bara bazara niftê baş nirxand û got : Komara Îslamî ya Îranê ji sekreterê nû yê OPECê li posta wî ya nû piştgiriyê dike .
Civîna nefremî ya welatên endam û neendam ên OPECê rojên 26 heya 28 Îlonê li kêleka civîna navneteweyî ya enerjiyê IEF li Cezayirê tê li dar xistin.
Îranê ragihandiye ku li asta wezîran dê li vê civînê beşdar bibe (BANGÊ ÎSLÂMİ).