NûçeErebîstanÎranRojhilatanavin

Piştgiriya Riyadê ji terorîstan re li Îranê encam negirt

Emîr Mûsewî, Rêvebirê Navenda Navnetewî ya Lêkolîn û Têkiliyên Stratejîk li ser aloziyên vê dawiyê yên Komara Îslamî ya Îranê û rola Erebistana Siûdî, Amerîka û welatên rojavayî di van bûyeran de, daxuyaniyek da.

Mûsewî ji kanala nûçeyan a “El-Meyadîn” re got: “Projeya destpêkirina aloziyan li Îranê ji zû ve hatiye amadekirin. Wefata Mahsa Emînî ji bo vê projeyê tenê hincet bû.”

Mûsewî piştre diyar kir ku hêzên ewlehiyê yên Îranê ji vê projeyê haydar bûne û di qonaxa yekem de îzin daye rêxistinên veşartî derkevin holê û alavên sîxuriyê dişîne. Lê ew ketin destê hêzên ewlekariya Îranê.”

Başa dön tuşu