AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Piştgiriya serokwezîrê Ingilistanê ji Lihevkina Navokî ya Îranê

Berdevkê Têrêza Mî, serokwezîrê Ingilistanê, got, ew tam pişta Lihevkirina Navokî ya Îranê digire û dixweze ku Lihevkirina Navokî tam cih were.

Li gorî rapora IRIB News`ê, berdevkê serokwezîrê Ingilistanê, roja çarşrmiyê ragihand ev welata her wekî berê bi awayekî webirr pişta Lihevkirina Navokî ya bi Komara Îslamiya Îranê digire.

Berdevkê serokwezîrê Ingilistanê, li bara hitmala îbtalbûna Lihevkirina Navokî ya Îranê ji aliyê Donald Tramp, serokkomarê bijartî yê Amerîkayê, got helwêsta Ingilistanê li bara Lihevkirina Navokî, tam zelal e û hewldanên berfireh ên dîplomatîk bona bidestketina vê lihevkirinê, cih hatine.

Berî niha, Can Birnên, birêvebirê SIA`yê, Donald Tramp, Serokkomarê bijartî yê Amerîkayê hişyar kiribû ku îbtalkirina hevhatina ku di navbera Têhranê û koma 5+1`ê û ji wan Amerîka û Ingilistanê, bi dest hatiye, bêaqiliyeke tam e.

Tramp li dewra rikeberiyên hilbijartinê gef xweribû ku eger bi ser bikeve, wê Liehvkirina Navokî îbtal bike, lê piştî serketina li hilbijartina serokkomartiyê, helwêstên xwe nerm kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu