IraqNûçeRojhilatanavin

Piştgiriya serokwezîrê Iraqê ji Heşda Şeibî û Pêşmerge

Serokwezîr û Fermandarê gişt hêzên çekdar ên Iraqê bi kiryareka sembolîk, piştevaniya xwe ya taybet ji Heşdê Şeibî û Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê nîşan da.

Li gorî rapora IRNAyê, Adil Evdilmehdiyê serokwezîrê Iraqê yekem car bi danîna hêzên Heşdê Şeibî û Pêşmerge nav yekîneya rêûrisma pêşwaziya fermî ya Serokwezîrê Iraqê ji Skat Morîsonê serokwezîrê Awstralyayê li Bexdayê, piştevaniya xwe ya ciddî ji Heşda Şeibî û Pêşmergeyan ragiahnd.

Çavdêrên iraqî ev karê serokwezîrê Iraqê nîşana piştevaniya wî ya ciddî ji Heşdê Şeibîyê, tevî zêdebûna zextên Amerîkayê jibo sînordarkirin an jinavbirina Rêxistina Seferberiya Gelanî ya Iraqêî dane zanîn.

Piştî wêya ku di Hezîrana sala 2014an da koma têrorîst a DAIŞê sê yekê erdên Iraqê dagir kirin, Ayetullah Sîstanî, merceyê bilind ên şîeyên vî welatî bi dayîna fitwayekê daxwaza damezirandina Heşdê Şeibî kir. Ev hêz di bin çavdêriya Fermandarê Gişt hêzên çekdar ên Iraqê bi pesendnameya Parlimana Iraqê di 26ê Mijdara 2016an da, bû hêzeka fermî.

Başa dön tuşu