NûçeEwropaFilistînRojhilatanavin

Piştgiriya Spanyayê ji bo gelê Filistînê

Bi deh hezaran Îspanyolî roja Yekşemê ji bo piştgirîya Filistînê xwepêşandan kirin û banga rawestandina şerê Îsraîlê li Gazayê kirin.

Ajansa nûçeyan a IRNAyê ragihand ku xwepêşanderan daxwaza naskirina dewleta Filistînê kirin.

Di vê navberê de; Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez di mîtînga siyasî ya ku li bajarê La Corunayê hat lidarxistin de dûbare kir ku welatê wî dixwaze agirbesteke daîmî li Xezze û Îsraîl li gor yasayên navnetewî pêk were.

Sanchez got:
“Çawa ku em di doza Ukraynayê de nîzama cîhanî ya li ser bingeha rêgezan diparêzin, em bawer dikin ku divê rêz li qanûnên mirovahî yên navneteweyî li Xezze û Şerîeya Rojava were girtin.”

Sanchez destnîşan kir ku Madrîd got ku “bombebarana kor a rejîma Îsraîlê ya li Xezeyê, kuştina zarok û bi hezaran kesî nayê qebûlkirin.”

Binerîn
Kapalı
Başa dön tuşu