AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Piştgiriya YE ji zivirîna Îranê nav meydana abûrî ya cîhanê

Yeketiya Ewrûpayê (YE) li daxûyaniya xwe ya duh îniyê piştgiriya xwe ji vegerîna Îranê nav meydana abûrî ya cîhanê diyar kir.

Yeketiya Ewrûpa li vê daxûyaniya xwe herwisa piştevaniya xwe ji endambûna Îranê bo nav saziya tecareta Cîhanî ragihand.

Li vê daxûyaniyê Yeketiya Ewrûpa ragihandiye sefera vê dawiyê ya taxima abûrî ya vî Yeketiyê bo Îranê bi serokatiya Êrîk Mamir birêveberê giştî yê pişka abûrî û rikeberiya komîsiyona Yeketiya Ewrûpa li 11 hetanî 14 Tîrmehê gelekê baş bûye û hatiye ku Li vê seferê taxima ewrûpî ewv birek ji karbidestên Komara îslamî ya Îranê û bitaybet tev karbidestên wezareta senet û medenê, wezareta abûrî û banka navendî û oda bazirganiya Îranê hevdîtin pêk anîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu