IraqNûçeRojhilatanavin

Piştgirîya yekperçe ya Iraqê ji Tevgera Nocebayê li hember kiryara meclisa Amerîkayê

Hevgavê hilêxistina plana meclisa Amerîkayê ya sepandina boykotê ser Tevgera Noceba ya Iraqê, kesayetîyên sîyasî, leşkerî, civakî, dînî û eşîretî yên Iraqê bi awayekî yekperçe tevî şermezarkirina vê kiryara bikîn, piştgirîya xwe ji Tevgera Nocebayê ragihandin.

Li gorî rapora kanala Al Alamê, rayedar û sazîyên iraq li hevpeyvîn û daxûyanîyên curbicur, li hemberî plana meclisa Amerîkayê ya botkotkirina Tevgera Noceba ya Iraqê bertek nîşan dan. Parlimana Iraqê ev kiryara zemîneyek ji bo tawanbarkirina hemî hêzên leşkerî yên vî welatî bi têrorê zanî û xwest ku parlimanterên vî welatî civîneke taybet ji bo çareserkirina vê qeyranê li dar bixin.

Serokên leşkerî yên Iraqê û komên berxwedanê yên Ketaib Îmam Elî (S), Ketaib Seyi ul Şoheda (S), Hereke Al Abdal û Hereke Babîlonê jî bi daxûyanîyên cida ev kiryara dijî Tevgera Nocebayê şermezar kirin.

Kesayetîyên mêdyayî û çalakên şebekeyên civakî jî piştgirîya ji vê tevgera berxwedanê ragihandin.

Di vî halî da, Şêx Ekrem Keibî sêkrêtêrê gişt Tevgera Nocebayên Iraqê îro plana meclisa Amerîkayê ya boykotkirina vê tevgerê nîşana heqbûna hêzên berxwedana Iraqê zanî.

Meclisa Amerîkayê navê Tevgera Nocebayên Iraqê xiste lîsta komên têrorîst. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu