İslami Davet Kurdi Bange İslami

Piştî 7 salan riya Hums-Hemahê li Sûriyê hat vekirinê

Rayedarên sûrî ragihandin ku artêşa Sûriyê riya Hums-Hemahê ku ji destpêka qeyranê va hatibû girêdanê, vekiriye.

Li gorî rapora ISNAyê, Ajansa nûçeyan a Sputnikê ji zarê çavkaniyên meydanî ragihand: Artêşa Sûriyê mezinriya Hums-Hemahê piştî heft salan û li ser esasa yek ji xalên lihevkirina ji bo valakiirna derdora bakurê Humsê û başûrê Hemahê ji kesên çekdar vekir.

Sêşemiya bihurî lihevkirinek navbera artêşa Sûriyê û dijberên çekdar pêk hat ku li ser esasa wê kesên çekdar û malbatên wan ji derdora Hums û Hemahê bo Cerablus û Idlibê tên veguhestin û çekên xwe yên giran û nîvgiran radest dikin.

Navçeyên navbera derdora bakurê Humsê û başûrê Hemahê hertim qada şer û pevçûnên giran navbera hêêzn artêşê û komên çekdar ji wan Bereya Nusreyê bûne.

Exit mobile version