NûçeRojhilatanavin

Piştî Amerîka û Kanadayê Brîtanyayê jî hişyarî da welatiyên xwe

Piştî hişyariyên welatên Amerîka û Kanadayê Brîtanya, jî hişyarî da welatiyên xwe yê li Kahireyê paytexta Misrê ku ji cihên qelebalix xwe dûr bigrin.

Hişyariya ku li ser sîteya înternetê ya Balyozxaneya Brîtanyayê ya li Kahireyê hate belavkirin de: “Li kahireyê ji cihên eywanên konseran, sinema, muze, navendên danûstandinê, stadyûm û cihên ku ji rayegiştire vekirîne tewsiye dikin heta 9ê Cohmehê dûr bisekinin.

Dûh jî welatên Amerîka û Kanadayê jî ji ber ewlehiyê welatiyên xwe ku ji cihê qerebalix bisekinin hişyar kiribûn. Berdevkê Wezareta Karên Derveyê ya Misrê Ahmed Ebû Zeyd derbarê hişyariyan de daxuyanî da û got: ‘Em ji van beyanatên bêpêwist acizin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu