Sûriyeyiyên ku ji bo Cejna Qurbanê çûbûn welatê xwe divê hetanî 25ê Cotmehê dîsa vegeriyana Tirkiyeyê. Walîtiya Hatayê ji bo vegera sûriyeyiyan daxuyaniyek belav kir û got: “Ji 120 hezar û 826 sûriyeyiyên ku ji bo Cejna Qurbanê çûbûn welatê xwe 22 hezar û 640 kes venegeriyan Tirkiyeyê.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)