CîhanEfrîqaNûçe

Piştî derbeya leşkerî serokomarê Maliyê istîfa kir

AFP’ê diyar kir ku piştî çend saetan ku serhildêran serokomar Îbrahîm Bûbekir Kîta û serokwezîrê wî di derbeya leşkerî de girtin, istîfa kir.

Kîta (75 salî) di axaftina xwe de wiha got: “Ez di van kêliyan de dixwazim sipasiya gelê Maliyê ji bikim ber piştevaniya wê ya demeke dirêj ji min re. Her wiha istîfaya xwe ji vê kêliyê de ji tevahî erkan radigihînim û min biryar da ku Komeleya Nîştimanî û Hikumet ji hev bibe.”

Kîta daxuyand ku piştî artêş li dijî wî rabû û derbe pêk anî, tu vebijêrk ji bilî istîfakirinê jê re nema, ji ber ku ew naxwaze şer çêbe.
Serokomarê Maliyê Îbrahîm Bûbekir Kîta îro li ser televîzyona fermî ragihand ku ji serokatiya Maliyê istîfa kiriye.

Başa dön tuşu