Piştî Rêketinnameya Navokî, zêde ji 5.6 milyar dolar sermaya biyanî li vê beşê hatiye wergirtin
Li gorî rapora SAHAR TV`yê, Muhemedriza Nêmetzade, wezîrê pêşe, maden û ticaretê roja şemiyê diyar kir: “Wergirtina sermeyên biyanî piştî Rêketinnameya Navokî li beşa pêşe, maden û ticaretê, di asteke baş de ye û niha şîrketên biyanî tev aliyên îranî li projeyên curbicur ên pêşeyî beşdarî kirine“. Nêmetzade got : “Niha projeya xebitandina sermaya biyanî ya Kompaniya Îran Xodroyê û beşdariya şîrketa çêkirina trimbêlan a Sîtroênê cih hatiye û li pêşeyên kîmyawî, xwarek, kelûmelên nift û gazê jî hevkariyên baş hebûne“.
Wezîrê pêşe, maden û ticaretê yê Îranê destnîşan kir: “Heya niha tu yek ji aliyên biyanî muzakire û hevhatin nezivrandine û li gorî prensîpa aboriya berxwedanê û rewşa piştî Rêketinnameya Navokî, 117 belgeyên hevkariya tev şîrketên nasyar û bihitbar ên biyanî hatiye îmzekirin ku zêde ji sedî 53`ê wan gihêştine qonaxên cihanîna xebitandina sermayê“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)