IraqNûçeRojhilatanavin

Piştî xwepêşandanan Ebadî fermaneke heft bendî weşand

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî piştî xwepêşandanan ji bo çareseriya pirsgirêkên xelkê fermaneke heft bendî weşand. Li vê çarçovê de Ebadî biryar da ji bo xizmetguzariyên parêzgeha Besrayê 3 milyar û 500 milyon dînar were terxankirin.

Ji duh danê êvarê ve li bajarên başûrê Iraqê, Kerbela, Necef û Besrayê xelk rijiyane ser cadeyan û dest bi xwepêşandanê kirin. Wezareta Navxwe ya Iraqê jî amadebaşî ya temamî ragihand.

Piştî xwepêşandanên li van parêzgehan Serokwezîrê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî biryar da ji bo xizmetguzariyên parêzgeha Besrayê 3 milyar û 500 milyon dînar were terxankirin.

Berî vê yekê jî Ebadî li sefera xwe ya parêzgeha Besrayê soz dabû ku pirsgirêkên xelkê çareser bike û li vê parêzgehê 10 hezar kar û şixulan ji xelkê re çê bike.

Fermana heft bendî ya Ebadî di rewşekê de ye ku li Besrayê xwepêşander ketine nav avahiya Encûmena Parêzgeha Kerbelayê.Li Necef jî xwepêşandan berdewam dikin.

Herwiha bi armanca piştgiriya xwepêşanderên Besrayê, xelkê Bexdayê jî li Qada Tehrîr kom bûne û nêzîkî 3 saetan xwepêşdandan kirine.

Li gorî gotina nûçegihanan li hemû kolan û cadeyên Bexdayê leşker hatine bicîhkirin da ku pêşiya berfirehbûna çalakiyan bigrin.

Di vê navberê de Dayira Pêwendiyan a Herêma Kurdistana Iraqê jî ragihand ku di çarçoveya girtina pêşiya berfirebûna xwepêşandanan de hikûmeta Bexda li gişt deverên Iraqê ji wan li Herêma Kurdistanê Intirnêt birî, herwiha li Herêma Kurdistanê jî Facebook û instigram filter kir.

Şeva borî Hikûmeta Iraqê intirnêt li wan bajarên ku xwepêşandan lê hebû yên weke parêzgehên Besra, Mîsan, Kerbela, necef, Zîqar û Babilê girt.

Başa dön tuşu