Berpirsên dadweriyê yên Rejîma Alê Xelîfê jibo serokê civata herîmezin a siyasî ya dijberê Behreynê re 9 salan hews birîn.
Li gorî rapora malpera nûçan a El-Neşreyê ya Lubnanê dadgeha Rejîma Alê Xelîfê îro tawanên derew li dijî şêx Elî Selman sekreterê giştî yê civata Îslamî ya El-Wifaqa Neteweyî ya Behreynê piştrast kir û jêre 9 salan zindan birrî.
Bi Sedan kes ji xelkê Behreynê êvara yekşemiyê li navça El- Derazê jibo piştgiriya ji şêx Elî Selman xwenîşandan bi rê xistin.
Şêx Elî Selman Kanûna 2014an piştî çend axiftinan ku têde daxwaza reformên siyasî li Behreynê kiribû hat girtin.
Rejîma Alê Xelîfê Hezîrana 2015an jibo şêx Elî Selman bi tawana tiştê ku weke îhaneta li wezareta karên hunidr a Behrweynê û handana xelkê vî welatî jibo binpêkirina qanûnê û guhertina nizama serdset hat zanînê 4 salan zindan birî.
Dadgeha venihêrînê ya Behreynê lê li 30 Gulana 2016an hukam zindana şêx Elî Selman 9 salan zêde kir.
Wezareta dadweriyê ay Behreynê jî li 14 Hezîrana 2016an xebata civata El-Wifaqê rawestand û piştî wê dadgeha bilind a Behreynê li 17 Tîrmeha buhurî koma herî mezin a dijberê Rejîma Alê Xelîfê hilweşand û fermana zevtkirina mal û milkên wê da.
Xelkê Behreynê ji sala 2011an bi lidarxistina nerazîbûnên biaşitî daxawza wêdeçûna Rejîma Alê Xelîfê û azadaiya zindaniyên siyasî dikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)