AborîÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Rêkeftineke destpêkî di navbera Îran û Iraqê de ji bo petrola Kerkûkê hat îmzekirin

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cebar Lueyibi îro îniyê ragihand ku wan pêş-peymanek ji bo fiortina petrola Kerkûkê bo Îranê îmze kiriye ku li gorî wê dê di destpêkê de rojê 30-60 hezar bermîlî bi rêya hawizan bişînin heta ku çêkirina boriyê temam bibe.

Lueybî di medyaya di daxuyaniyekê de ragihand ku “îmze ji bo peymaneke destpêkî ye di navbera Iraq û Îranê de ku Iraq her rojê bi rêjeya 30-60 hezar bermîlî petrola zeviyên Kerkûkê di rêya hawizan re bifiroşe Îranê û ev rêje dikare zêde bibe gava boriya petrola ji bo vê armancê bi dawî bibe.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu