CîhanNûçe

Plana hevdîtina rêberên Koreya Bakûr û Başûr

Rayedarên Koreya Başûr ragihandin: Rêberê Koreya Bakûr û serokomarê Koreya Başûr li hevdîtinê yê darekê biçînin û li ber gardeke şanazîyê va derbas bibin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, muzakirên rêberên her du Koreyan dê li pişka başûr a gundê sînorî yê Panmûncûmê bê lidaxistin û biryar e ku her du alî bi giranî têkildarî bernama atomî ya Koreya Bakûr biaxivin lê ev muzakire gellekî sembolîk in ji ber ku Kim Cong Ûn rêberê Koreya Bakûr yekem rêberê welatê xwe ye ku piştî şerê Koreyê di navbera salên 1950 heta 1953`yê de seredana pişka başûr a vî nîvgiravê dike.

Serokê nivîsgeha serokomarê Koreya Başûr li koma nûçegihanan got: Piştî ku Kîm Cûng Ûn sibê ji sînorê leşkerî yê her du Koreyan bi awayekî peya derbas be, Mûn Caê dê mazûvanîya wî bike. Ew ê paşê bi qasî 10 xulekan heta meydana ku biryar e li wir li ber gardeke fexrê ya Koreya Başûr va derbas bibin, peya bimeşin.

Bereberê hevdîtina serokên her du Koreyan komên sivîl ên her du welatan alayên yekitîya dubare ya her du Koreyan li gellek deverên Koreya Başûr daliqandin ta ku meyla xwe ji bo serkevtîbûna civîna roja înîyê ya rêberên hr du Koreyan nîşan bidin.

Herwiha biryar e Donald Trump serokomarê Amerîkayê bi Kîm Cûng Ûn rêberê Koreya Bakûr re di dawîya Gulanê û destpêka Hezîranê de hevdîtin û gotûbêjê pêk bîne.

Başa dön tuşu