IraqNûçeRojhilatanavin

DAIŞ`ê agir berda bîrên niftê yên navça başûrê Mûsilê

Grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hevgavê paşde vekişyana ji Hemam El-Elîlê li başûrê Mûsilê, agir berda bîrên niftê yên vê navçê.

 Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Press TV`yê, ji ber kêmasiya amûr û îmkanên taybetê vemirandina êgir, pêvajoya vemirandina  êgir dê bikêşe.

Eva li halekê ye ku hêzên iraqî karîne kontrola 56 helîqeyên bîr li başûrê Mûsilê bi dest xînin. Çavkaniyên  îstixbaratî yên Iraqê bal kişandine ser vê yekê ku  DAIŞê ji heftiya pêştir xwe jibo vê kiryarê amade kiribû ragihandin ku eva nîşana  şikesta DAIŞê li van navçana  û avakirina  mertalekê jibo îstitara xwe ne.

DAIŞê sê heftiyan berî niha jî agir berdane bîrên niftê yên El-Meşraqê li başûrê Mûsilê. Her wiha DAIŞê piştî serdestiya hêzên iraqî ser navça Hemam El-Elîlê, bikaranîna trimbêlên bombekirî û çalakkirina  nîşanbazên xwe li bajarok û gundên bakurê Mûsilê zêde kiriye.

Hevgavê bipêşdeçûna hêzên iraqî ber bi vê navçê, terorîstên DAIŞê, hêzên  qaşo şareza yên xwe nasyar bi Ceyş El-Esrê li du beşên rojhilat û başûrê Mûsilê cih kirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu