CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Plana nû ya Sênaya Amerîkayê bo zêdekirina boykotên dijî Îranê

Grûpek ji sinatorên Sênaya Amerîka ji her du partiyên Komarxwaz û Demokrat duh pêncşemê planek bona zêdekirina boykotên nenavokî yên dijî Komara Islamî ya Îranê dane ber destê nûnererên Sênayê.

Robêrt Minêndiz sênatorê Demokrat ê amerîkî û Bab Kirokêr sênatorê Komarxwaz û serokê komîta peywendiyên derveye Sinaya Amerîka pilanek bona zêdekirina boykotên nenavokî yên dijî Komara îslamî ya Îranê dane ber destê nûnererên sinayê.

Mênêndiz ragihand; ev plana bi curekê hatiye nivîsîn ku tu mudaxileyek li rêketina navokî ya di navbera Îranê û Koma 5+1`ê da nake.

Van sênatorana bona vê pilana xwe ya dijî Îranê carek din îdiayên dijî Têhranê yên wekî piştevaniya ji terorîzmê, binpêbûna mafên mirov li Îranê û gefên bernama mûşekî ya Îranê hilêxistine.

Amerîkî îdiayê dikin ku bernama mûşekî ya Îranê dijî biryarnama 2231 a Konseya Ewlehiya Rêxistiya Netewên Yekgirtîye û Îran ji van mûşekan bona hilgirtina komikên navokî istifade dike, eva li halekê ye ku Têhranê bicaran ev îdiaya ret kiriye.

Eva li halekê ye ku pêştir xanima Nebîre Misralî berdevka berpirsa siyaseta derveye Yeketiya Ewrûpa ragihandibû ku bernama mûşekî ya Îranê dijî naveroka rêketina navokî ya dinavbera Îranê û grûpa 5+1 nîne.

Îranê bicaran ragihandiye ku mûşekên Balistîk yên Îranê bona birina komikên navokî nehatine çêkirin û îranê qet hewcetî bi çek û sîlahên navokî tune, ji ber ku gor fitwaya rêberê mezine inqilabê, istifada ji çekên navokî herame û Îran xwe wezîfedar dizane ku naveroka NPT`yê berçav bigre.

Ser bawera amerîkiyan bêdeng nemana li hemberî cinayetên Rejîma Siyonîst û Erebistanê û piştevaniya ji xelkê mezlûme Sûriye, Yemen û Filistînê, piştevaniya ji terorîzmê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu