Platforma duyem ji Balefira Sîmorx’ê dê heta dawiya sala 1401ê (Koça Rojî) were nimandin.
Muhemed Muhemedîbexş, Serokê Rêxistina Geştên Asimanî ya Îranê got: Dîzaynkirin û nirxandina hewcetiyan ji bo çêkirina balefira îranî pêk hatine û vê balefirê platformeke seretayî ya IRAN-140’ê heye ku veguheriye Balefira Sîmorx’ê.
Balefira rêwîhilgir a bi nav ‘Sîmorx’ dikare 75 rêwiyan hilgire û dirêjahiya wê ji ya Balefira IRAN-140’ê zêdetir e.
Li gorî vê nûçeyê, platforma duyem ji Balefira Sîmorx’ê hatiye amadekirin û dibe ku heta dawiya vê salê bê nimandin.
Muhemedîbexş got, di pêngava yekem da mijara herî girîng cûreya Kargo anku barhilgir a vê balefirê ye û di qonaxa duyem da ya rêwîhilgir e.