CîhanNûçeRojhilatanavin

Plosî: Amerîkî ji şêr westiyane û naxwazin bikevin nav şerekî din li rojavayê Asyayê

Seroka meclisa nûneran a Amerîkayê Nansî Plosî biryara hikûmeta vî welatî ji bo şandina hêzên zêde bo Rojavayê Asyayê û lezgîniya ji bo firotina çek û sîlahan bo Erebistan û Emaretê kiryareke şaşn da zanîn.

Li gor IRIB Newsê, Nansî Plosî duh di beyannameyekê de ku li malpera Meclisa Amerîkayê hate weşandin nivîsî: Plana serokomarê Amerîkayê Donald Trump ya derheq şandina hêzên zêde bo Rojavayê Asyayê û lezgîniya ji bo firotina çek û sîlahan bo Erebistan û Emaretê, wek derbasbûna ji Kongera Amerîkayê ye û eva li dijî berjiwendiya Amerîkayê tê hesab.

Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê bi bîrxistiye ku Kongera Amerîkayê vê dawiyê biryarnameyek derheq nefirotina çek û sîlahan bo Erebistan û Îmaretê pesend kiriye û êrişa berdewam a siûdiyan ser xelkê bê guneh yê Yemenê şermezar kiriye.

Plosî got: Amerîkî ji şêr westiyane û naxwazin bikevin nav şerekî din li rojavayê Asyayê.

Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayêgot: Trump çavên xwe ser şideta berdewam a Erebistanê li dij yemeniyên bê guneh û qirkirina wan  û kuştina Cemal Xaşuqcî girtiye.

Başa dön tuşu