IraqNûçeRojhilatanavin

Pola Talebanî: Mesûd Barzanî berpirsê qeyrana niha ya Kurdistana Iraqê ye

Alîkarê sêkrêtêrê gişt Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê berpirsê qeyrana niha ya li bakûra vî welatî zanî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mehr`ê, Pola Talebanî Alîkarê sêkrêtêrê gişt Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK), Mesûd Barzanî berpirsê dûhatên nerênî yên lidarxistina giştpirsîya bigengeşe ya cidabûna Herêma Kuridstanê ji Iraqê bi nav kir û hêvî kir ku ew ji posta serokatîya Herêmê wêde here.

Bola Talebanî duberekîyên navxweyî li Herêma Kuridstanê û dijwarbûna nakokîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji wan dûhatên nerênî yên lidarxistina giştpirsîya cidabûnê zanîn û got: Ev dûhat encama bêaqilî, nebûna zanebûna sîyasî û fikra mentiqî ne.

Alîkarê sêkrêtêrê gişt YNK`ê, gotinên Mesûd Barzanî yên berî lidarxistina giştpirsîya cidabûnê ku gotibû yê dûhatên qanûnî û sîyasî yên vê giştpirsîya bigengeşe qebûl bike, bi bîr xistin û ragihand ku divê Barzanî barê giran ê qeyrana niha bide ser milê xwe û rê ji bo fraksyonên din veke ku bi awayekî durist rola xwe bilîzin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu