IraqNûçeRojhilatanavin

Hêzên iraqî avahîya televzîyona dewletê li Mûsilê xistin bin kontrola xwe

Bi destpêbûna pêşdeçûna hêzên iraqî nav Mûsilê îro htiye ragihandin ku hêzên taybet ên Iraqê kontrola avahiya televîzyona hikûmetê li Mûsilê xistine destê xwe.

 Li gorî rapora televîzyona  El-Alamê, Ebdulgenî El-Esedî fermandê hêzên rawestana li ber terorîzmê yên Iraqê roja sêşemiyê piştrast kir ku artêş û hêzên gelanî yên Iraqê taxa  El-Zehrayê ya bajarê Mûsilê zû û bêyî tu xisarekê azad kirin.

El-Esedî got ku  hêzên iraqî taxa  Kokcelî li derbasgeha  rojhilata bajarê Mûsilê jî azad kirin û alaya Iraqê ser avahiyên  vê taxê bilind kirin.

Her wiha hêzên  gelanî yên Iraqê gundên  Firfire, Îmam Hemze, Um Sîcan, Um El-Îzam, El-Seyad, Ebûhuceyrê li rojava Mûsilê ji destê DAIŞ`ê azad kirin.

Sertîp Yehya  Resûl berdevkê fermî yê navenda operasyona  hevpar a azadkirina  Neynewayê jî got ku  hêzên iraqî ji hemî mêhweran pêşdeçûna ber bi bajarê Mûsilê didomînin.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê jî li seredana  bereyên şêr li derdora Mûsilê got ku  DAIŞ`iyan tu riyek tinene xêncî viya ku teslîm bibin an werin kuştinê.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu