AsyaNûçeRojhilatanavinSûriye

Li Sûriyeyê balafireke şer ya Rûsyayê ket

Hat diyarkirin ku li nêzîkî bajarê Lazqiye yê Sûriyeyê, balafireke şer ya Su-24 ya Rûsyayê di dema firîna xwe ya li baregeha hewayî ya Hmeymîmê de ketiye û di encamê de hemû personelên balafirê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî rayedarên Wezareta Karên Derve ya Rûsî  dibe ku balafir ji ber pirsgirêke teknîkî ketibe û li ser vê îhtimalê tê rawestandin.

Di daxuyaniyê de di derbarê hejmara pîlotên jiyana xwe ji dest daye de tu agahî nehatin dayîn lê di balafirên Su-24an de bi gelemperî 2 pîlot cih digirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu