İslami Davet Kurdi Bange İslami

Polîsê Holanda ragehand, ku hejmarek kes di radyoyek welatê wan de wek dîl hatine girtin

Desteya radyoyên Holanda ragehand, îro 17.08.2017ê kesekê gef li du kesan kiriye û piştre çûye nav radyoya 3FM a Holandayê ya li bajarê Hilversumê.

Li gor polîsê Holandayê ragehand, ew kes heta naha diyar nîne terorîste yan her tewanbareke asayî ye. Karmend û kesên nav radyoyê wek dîl girtine û weşana radyoyê jî hatine sekinandin.

Li gor zanyariyên berdest, polîs û hêzên ewlehiyê yên Holanda ew kesê ku karmend û kesên nav radyoyê dîl girtibûn bê bandor kiriye lê derbarê wî kesî de heta naha ti daxuyanî nehatiye dayîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version