EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Deryadar Seyarî: Aşitî, dostî û jordabirina karayiya berevaniyê peyama meşqa welayeta 95 e

Fermandarê hêza derayî ya artêşa Komara Islamî ya Îranê got: Peyam û hedefa meşqa welayeta 95 aşitî, dostî û jordabirina karayiya berevaniya Îranê ye.

Emîr deryada Hebîbullah Seyarî qumandê hêza deryayî ya artêşa Îranê ragihand ku peyam û hedefa meşqa welayeta 95 aşitî û dostiya Îranê tev welatên navçê û nîşandana karayiya berevanî û zêdekirina ewlehiya navçê û şerê dijî terorîzma behrî ye.

Wî destnîşan kir: Qonaxa sereke ya meşqa deryayî ya hêzên behrî yên artêşa Komara îslamî ya Îranê ya ser navê Welayeta 95`an îro yekşemê bi pişkdariya qomandê hêza deryayî ya artêşa Îranê û li navçeyek bi panî û berîniya 2 milyon kîlometrên çarkunc ji tengava Hormizê heta behra Umanê , ji bakûra Oqyanûsa Hindê û heda 10 derece ya xeta ostivayê destpê bû.

Emîr deryada Hebîbullah Seyarî qomandê hêza deryayî ya artêşa Îranê ragihand ku hedefa meşqa welayeta 95 peyama aşitiyê û dostiya Îranê bo welatên navçê, nîşandana karayiya berevanî û zêdekirina ewlehiya navçê û şerê dijî terorîzma behrî ye ta ku welatên cîhanê pê bihesin ku bona dabînkirina ewlehiya deryayî dikarin ji alîkariyên Îranê jî behre bigrin.

Emîr deryada Hebîbullah Seyarî destnîşan kir ku hêza behrî ya Îranê heta niha li hemberî dizên deryayî alîkarî daye 25 gemiyên welatên cîhanê ji wan Amerîka, Ingilîz û Firansayê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu